şakel û şîrwane

Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
 1 Xulek  718 Dîtin
beharan û êwarey deştî sîrwan
bibarê car be carê tawê baran
beser bergî gił û çiłda biçořê
cilî sermayî zistanî bigořê
ke ’eksî lê bida tîşkî xorawa
guł û gya eçne bergî bûk û zawa
le dinya menzerey wa bê nezîre
fereḧ bexşî diłî mîru û feqîre
le řojawayewe takû beyanî
exate mêskewe zewqî cwanî
şewnî şîrawane û daẍî subḧî serdeştCih
sibeynanî meraqe bo diłî řeşt
qisey kişmîr û řey herdû xeyałe
şewî şîrwane û şakel meḧałe
ke katê sew nema sirwey beyanî
exate bîrî pîro newcewanî
cirîwey mel leser bergî guł û gya
fwarey awî řûnakî çem çya
be coşêkî be kuł dênin be bîra
sefay dênî be çawî mêrde pîra