min û minałe kurdekan

Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
 2 Xulek  776 Dîtin
gyane pê bigirin bełke pêşkewn
takey esîrî lanke û bêşke win
katî xwêndine wadey xew nema
řûnakî řoje řeşî şew nema
nûsîn fêr bibin tîşk ehawêjê
řeşayî qełem çawit eřêjê
řeşîney çawit herçen dûrbîne
çaktir dûrbînî řeşî nûsîne
serim sûřmawe le řeşî nûsîn
çonî enwênê nihênî le çîn
gyane bixiwênin bełke pêşkewn
şêrane nejîn wek kerwêşk ewn
her segê hełsê xwênî eřêjê
řawçî tifengî bo ehawêjê
bitwên û zaxo deştî merîwan
mayî deşt bo genim heta kirmaşan
şînayî hawîn heta برۆانی
katî zistanîş bo kem baranî
pyaz û tirozî bamye û petate
birinc û nok û awî temate
mîwey řengawřeng henar û kebab
hengiwîn û gezo lebatî nebat
xurî û kawiř û meř û berx û řon
her wekû seylaw serew xwar eřon
murebbay kurdî řubbey doşawî
etwanê sê şeq hełda le çayî
ledway kurdistan dinya ḧerame
yazox şipirze û bê întîzame
tirêy şarbajêř hermêy hewraman
şan eden le şan řewzey cennetan
îtir esperdey xwa û ’emel bin
bo cîlî dwayî cêgey emel bin