muddetêke dił esîre meylî giryanî heye

Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
 1 Xulek  483 Dîtin
muddetêke dił esîre meylî giryanî heye
arezûy gułistan koyî û cananî heye
sałe wextêke ẍerîbî meynet awa maweto
êste bo derçûnî meynet ’ezmî seyranî heye
îştyaqî deştî şakel گاە gahê kanî çał
گەە heway şîrwane gahê meylî sîrwanî heye
take pabend û esîrî meynet awa bê diłim
dayma bo şakel û şîrwane giryanî heye
men’î em çûnane nakem ḧeqye her laye biçê
çunke em gumgeşteye ’eczî firawanî heye
dilberî, qed ’er’erî bê şubhe her mawe lewê
boye wek qumrî enałê şîn û giryanî heye
dił le ḧesret fîrqetî kułmî geşî gułřengî yar
dem be dem bulbul sîfet, nałane, efẍanî heye
xo leber derdî cyayî çawî xwên efşanî min
her wekû hewrî beharan tawê baranî heye
hênde êşî zore eḧmedNasnava edebî dûrîy diłdarî to
wek leser xo çûn û şeyda bûne sûtanî heye