qisey minałî û minałane

Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
 1 Xulek  427 Dîtin
xakî şîrwane kewa piř bitî muntexebe
gerdişî çerx eger byełê bełê cêy terebe
menbe’î ḧusin û cemał û ten sîm tenan
hemû zîba senmî badekeş û noş lebe
ẍaretî huşî minî kirduwe selma řewşê
leyla asa û şekir şêwe û şîrîn leqebe
perîye gah û gehê ḧûr û gehê mîs’î melek
saḧîre sîḧrî heye kafre çen bulmecebe
wîstî lêy maçî bika eḧmedNasnava edebî û ney dawwitî
çende serşête em kuře xuda çen bê edebe