řeşkî deştî dekke, xase dêkey serçeme

em hełwêstey xwarewe le bêtaqetî û dûrî le şakelewe witrawe
Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
 1 Xulek  383 Dîtin
řeşkî deştî dekke, xase dêkey serçeme
piř be seḧra sewz û şîne zerd û sûr û piř çeme
ferşî şîn û řengî ał û neqşî seḧra muxtelîf
em hemû arayşe te’sîrî badî subiḧ deme
basî nêrgis çî bikem wek çawî yare piřxumar
sûreguł çî bû biłêm xo ḧesretî lêw û deme
’er’erî serkeş le baẍa xusrewî şîrîn beyan
guł be ałî bê mîsale her ełêy tacî ceme
wa xerîke eygeyenê ẍebẍebî naring û sêw
destî badî subḧigahî seyrî çende meḧreme
wa besîney darewe hełî wasî memkî henar
meḧremêkî xalîse ew sîne bew dest û meme
şorî mecnûnî heye sewda serêke şořebî
cênşînî qeyse arê boye sermayey xeme
em beharî bê xezanim bo emîrî kamgar
em kelamî le’il barem bo nîsarî řê keme
«eḧmeda»Nasnava edebî sałanî pêşû lêwî wişk û eşkibar
em teřî emsałme te’sîrî mîrî serçeme