pêşekîy hejar

Li pirtûka:
Çepke Guɫ
Berhema:
هەژار
 3 Xulek  947 Dîtin

komełe şî’rî «şamî», kurdî kirmaşanîm xwêndewe, degeł her şî’rêkîda bizem dehate ser lêwan û kizem le cergewe dehat, zerdexendem dît be ser giryan hełkêşrawe, xem û meynet be bêjnigî gep û gałte dabêjrawe, henasey sard, le diłêkî germ û be kuł hatoteder, jehrawî taławî jyanî piř le janî çareřeşêk, kefî geme û tîz be dinyaye kirdinî, hatote ser.

ewî řast bê, ta xwa ḧez eka şî’rekan teř û parawin û le mirxêkî zor řewan û lebar û cwan, xeber deden. tenya ’eybêk ke pyaw be çaw hestî bika, kurdî bûn û kurd bûnî şa’îrekeye. ke be naşukirî xwa nebê, kurdî û kurd bûn le bazařî dinya, pûłe sûtawêkîş najî û kes awřî lê nadatewe.

şamî sereřay kurdibûnîş, tenya çawî diłî řûne û le seretay jyanyewe le bînayî beş biřawe. hejarêke hîç aştebay xwa şik naba, şanî her pêst û êsqanî dawete dawete ber giranayî barî jyan û le tarîkî şewezengî çareřeşî û dûrebeşî, destekute û peleqajey bijîw peyda kirdinyetî, nawî jyanî be řeḧetî û asûdeyî, carcar le demî xełkewe be gwê geywe, bełam hêşta neyzanîwe şadî berî çi darêke û leweřî çi hewarêke. wata: eger tawanbaranî asayî le zîndanêkda degîrên, şamî şa’îr, le sê zîndanda gîrawe, le girtûxaney bêçawî, le zîndanî bê nanîda, le bendîxaney ḧestemî kurdizwanî û kurdiřesenî, çwarpelî şetek dirawe û qełemî ejnoy şikawe, demî qisey axnirawe, deretanî lêbřawe, ’asman dûr û zewî sext, be kam kelênda derkewê? çon bitwanê pel bibzêwê? çon deng biłind ka û hawar ka? ewsa eger hawarî kird kê têy dega? ya kê be hawaryewe dêt? xo eger car û bareyek derd û zûxawî jînî xoy be çend şî’rêkewe derbiřîwe, kes nebuwe zeḧmet bikêşê û boy bixate ser qaqez û lenaw neçê. ew çend şî’ir û hełbestaney lem namîłkeda kowe bûn, her ewanen ke xoy berê le berî bûn û le bîrî neçûbûnewe. xuda małî kake macdî řûḧanî awedan ka, ke firyay em kemeş kewt û le çapî da.

eger şamî ser be gelî kurd nebwaye, eger hênde bêkes û hejar nebwaye, eger le behrey bînayî beşî bwaye, eger û eger û eger... - ke be daxî giranewe hezaran eger û xozya, hergîz hîçyan lê şîn nebwe - lêm řûne nawbangî şî’rî le zor aqaran debîsra.

be biřway min her tenya ew parçe şî’rey ke derbarey «kiranşînî» daynawe û jyanî çînî lêqewmawî, bext û îqbał wergeřawî tałeřeş û jyantałî bêser û saman û nahumêd û kesnenas û serlêşêwaw û kesasî, bew core wêne kêşawe, baştirîn geway huner û hunermendî û desřengînî û şî’irciwanî û řewanî şa’îrê hełkewteye.

ba lexwa bipařînewe ke «şam û xizim û kesî hawřesenî, le jyanî dîlî û zelîlî û diłbirînî û hîçnebînî û bêmalî û kiranşînî, řizgar bîn û bitwanîn be řaşkawî, kir û hunerî hêjaman aşkira keyn û bîdeyne ber çawî tîjî gelanî xwapêdawî em cîhane. amîn.