çake legeł mexlûq şukirî nî’mete bo xalîq

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  675 Dîtin
pyawî bê newa to be dost bigre
gozey bê desk be dû dest bigre
bo bê newayan berg û newa be
çake le dunya be firset bigre
şukirî xudaye bexşîn û çake
karî feqîran beřeḧmet bigre
şukirî nî’mete zyad eka nî’met
řêy ehlî kerem be hîmmet bigre