bê wefayî dinya

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  572 Dîtin
wefay em çerxe bê tanu poye
cefay bê payan řastî diroye
biłê derûnim piř le zûxawe
esbabî mirdinim amade kirawe
ba bê boçarey derdî giranim
merhem dabnê leser zamanim
merhem û lutif û řeḧmî ew yare
le diłî xadîmNasnava edebî derka pejare
xirapey çakeye, çakey bedkarî
zanîn şêtîye, şêtî zanyarî
saray hîdayet tarîk dyare
řêy necat yekcar barîk dyare
nałem ney asa şewan le dûrî
zaman piř êşin le nasebûrî
min û mutrîb û diłdar û saqî
bezmê bigêřîn ta şewgar baqî
mutrîb zexmeda be çeng leser çeng
dûbare nałey ney bênête deng
gwêm le qehqehey şîşey mey ba bê
le saqî hadey, le êmeş ba bê
îcazey nezer ba bida dulber
am şewe xoşe nebête seḧer
tarîkî seqwa diłmî têkdawe
řûnakî hergîz tya nemawe
sebûrî bade řûnakî ekem
le qewlî zahîd bê bakî ekem
wase bê xadîmNasnava edebî xefetî dunya
’eyş û sirûrit yekcarî eba