«mele cwaneke»

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 2 Xulek  562 Dîtin
mele cwanekey ser şax û kêwan
melewanekey deryay bê payan
melî mil nexşîn piř le xet û xał
neẍme û çirîket wek dengî şimşał
carê pîrozey pîroze řengî
carê ney jenî carê bêdengî
carêkî bazî bazî şahane
bo şahan ebye řutbe û nîşane
belence û larit carê kotrî
bo beynî dostan to nameberî
carê be qînî herwek şehênî
be çengał çawî dujmin derdênî
carê qułingî be řûy hewawe
qaz û mirawît be gel bedwawe
le řêge û banan herwek teterî
şew û řoj daym her leseferî
tewqî bendegît wek qumrî le mil
yakerîm ełêy be gyan û bedił
peř û bałeket bilerênewe
agirî ẍunçe bigeşênewe
bebay bałeket bipşikiwêne guł
mujdey xendey guł bide bebulbul
estêre geşî berî beyanî
se’adet bexşî řoḧî însanî
cîlwe û cirîwet le bere beyan
ebête wadey wesłî diłdaran
satê wekû mang serderxe lekel
be cîlwet weten řûnak ke bo gel
gel çaweřêtin bo xoşî û şadî
to boyan bênî mujdey azadî
bînayîm lêł bû wek pîrî ken’an
axo derçuwe yusif le zîndan?
’umirim serf bû bem awatewe
mujdey azadîm bo nehatewe
pîrî û daẍî dił sûtandî cergim
le pê yî kewtûm amdey mergim
dway min azad bê eger kurdistan
qebirim ebête baẍ û gułistan