10

Li pirtûka:
Yaddaştekanî Minalî û Beşêkî Serdemî Feqêyetî
Berhema:
Mela Mihemmedî Çirustanî (1895-1963)
 8 Xulek  624 Dîtin

le tirpespyan mamewe. zor řût bûm û pûłêkîm nebû, herçonêk bû řambiward. êwareyek sê êstirsiwar hatin le ḧewşî mizgewt dabezîn, mamostam nardî bedwama fermûy: kake ḧeme, aẍay pîrdawud kujrawe, nardûyane ke sê feqêyan bo binêrim îmşew leser cenazekey qur’an bixiwênin, eçît yan ne? witim: bełê eçim. min û dû feqê tir swar bûyn. nwêjî meẍrîb lay dabû geyştîne pîrdawud. tawłêkyan bo hełdabûyn. cenazeke lewêda danrabû, nwêjman kird, destiman kird be qur’an xwêndin, çwar kes bûyn min û dû feqêy ke, seyîdêkî ewêş legełman, lay xoy wek muraqîb û emîndarman ke ême řanewestîn. paş ’îşa nanyan bo hênayn. şew direngêk yek teşpî mêwjî ziraryan bo hênayn. çend deqîqeyek be xwardinyewe meşẍûł bûyn. şewê desniwêjim taze kirdewe, le şeqe cogeyek ke belay dewarekeda eřoyşit. kak seyîd zor sist bû le qur’an xwêndina û ew mîqdareyş ke eyxiwênd çunke zor ẍełet û pełet bû, her beweda řadegeyştim ke ẍełetî pê biłêmewe. axrî řicam lê kird ke be dengî nizim bixiwênêt.

sibeynî ke řoj bowe wa ke dost û dujmin lêk aşkira bin nwêjman kird. enca witim: kuřîne çenditan xwênduwe? feqêyekyan witî: min şazde cizum xwênduwe, ewî tir witî: min dwazde cizum xwênduwe. seyîdeke witî: bexwa min heşt cizum xwênduwe. minîş bîst û şeş cizum xwêndibû, leser «walzaryat»Erebî řawestabûm, witim: enca xo hîçman xetmiman tewaw nekirduwe. eger pirsîyan biłêyn çî? seyîdeke witî: kuře biłên xetmî tewawman kirduwe. lewêş xetim be çward qiřanî řeş bû. be seyîdekem wit: bexwa dyare emîndarî çakî! witî: kuře lepaşa boy tewaw ken. witim: başe êwe çî ełên biłên. emma min ełêm çwar cizum mawe xetim tewaw kem. wityan: başe. paş hetaw kewtin biray aẍa hat legeł cûlekeyeka ke emîndar û kîse baxełyan bû, wityan: çîtan xwênduwe. seyîdeke witî: hemû xetmyan tewaw kirduwe. witim: min çwar cizum mawe. cuweke parey daynê, witî: parey emîş tewaw biden, lepaşa tewawî bikat.

lepaşa wityan: erê xo îmřo pêncişemmeye ba yekê lem feqêyane bibeyn bo ser qebran ta meẍrîb leserî bixiwênê bîgeyenê be cum’e, minyan întîxab kird. qebiristan dûr bû, hêsrêkyan hêna, swar bûm. bo demî nîweřo enca defnî tewaw bû û geřanewe. pyawêk lay min mayewe. zorî pê neçû pyawêkî tir hat, şekir û ça û nîweřoy hênabû. «ma ’ilîna»Erebî leser qebreke maynewe ta nwêjî meẍrîbman kird. qur’anêkî başim xwênd. dû pyaweke û hêsrekeyş lewê bûn. paş meẍrîb ke nwêjman kird, swar bûm. zelamekan be gurgeloqe û minîş be swarî, řoyştîn. bo ’îşa geyştînewe pîrdawud. şewê xizmetêkî başyan kirdim. sibeynê lebîrim nemawe, penca qiřanêkyan damê ke cêgay bîst dînarî îstey piř ekirdewe û min ew pareye le bereketî ew řastîyey ezanim ke gutim xetmim tewaw nekirduwe çwar cizum mawe û be swarî hatme bu tirpespyan. ke çûm bo hewlêr ew pareye sertapa lîbasim pê kird, zorî mabowe.

le serguzşitey ew zistane ke le tirpespyan bûm, aẍakey ewê siłêman aẍa eẍłeb şewî sêşemme û cum’an dehate naw feqêyan, yarî û suḧbetyan ekird, gelê şew gorewîbazîyan ekird ta nîweşew. şewêk leser diłxiwaz gorewîbazî kira, siłêman aẍa û destey birdyanewe, pyawêkî çetewłî loq dirêjî bû hełsa feqêyekî kird be «pêçał» serî be dîwarewe nûsan, laqanî pê dûrxistewe, feqêye biçkoley kird be «mekûk», xoy bo «coła», feqê mekûkey xiste beynî dîwar û laqanî feqê pêçałewe û komanyewe wekû řikû’, fiçkêkî bo ekird û yek ejnoy eda be qingî feqê mekûka, eygeyane ewdîw, kutêkî başîşî eda be feqê pêçałewe, lewdîwewe feqê mekûkî wer’egêřayewe, ejnokey tirî behêzî xoy eda be simtî feqêkeda, eyut: fiçk, be şêweyekî seyr û kutêkî qaymî edayewe be feqêy pêçała, mekûk ehatewe emdîw, dey dey ta çen car way lê kirdin ta mandû bûyn.

feqê řiqyan hełgirt. şewî paşû herçen şewî mutała û dersîş bû emma her bo ḧeq sendin nardyan be dway siłêman aẍa, be desteyewe hatin, gorewîbazî damezrayewe leser diłxiwaz, xułay min û to kirdî feqê birdyanewe, wityan: babe çîtan ewê? tirpespyan le deştaye, mizgewt le naweřastî dêye. leserban qiseyek bike be qaym hemû dêke gwêyan lêye. feqê ḧukmyan kird le aẍa ebê biçîte serbanî mizgewt, be dengî berz bang keyt sê car: kuře ho awayîy tirpespyan! îmşew kes ker negêt, nore kerganî siłêman aẍaye, witî: kuře aman, dexîl, destim damêntan, abřûm eçêt. řicatan lê ekem herçen ełên şekir û ça eydem, em pendem pê meden, kełkî negirt. wityan: weła ẍeyrî ewe be hîç řazî nabîn. ebêt bîşqîřênî. egene ḧîsabî nakeyn. çare nîye. siłêman aẍayan birde serbanî mizgewt. legeł ewweł car bangî kird: ho awayîy tirpespyan! herçî le małan bû hemûy hatederewe, ḧeyret û te’eccub girtî. sê ‌car bangî kird îmşew kes ker negêt, nore kerganî siłêman aẍaye. her demê na demê sixurmeyan lê eda: deng hełbiře! ta sê carekey tewaw kird. lenaw dêda bû be hera. ke hatîne xwarewe ’ereqî heł’eřişt û sipî hełgeřabû. bo sibey le hemû cê, le hemû mał bas basî maceray ew şewe bû.

le tirpespyan mamewe ta dinya germ bû. behoy parekewe çûm bo hewlêr, lîbasêkî cwan û perdaxim dirust kird. legeł mela miḧemmedî çinêranî ke îste le mexmûr ’erz û ḧał enûsêt, birayetîman xoş bû û hem çunke camî exwênd û legełê pêda eçûmewe, behoy ewewe tefrey ‌dam biçîn bo îranê le xoşnawetî. çûyn. muddeyek lewê řambiward, naxoş nebû, çunke merḧûm «safî» kak mistefay şa’îr genc bû, lewê bû, zor teř û xoşxulq û legeł feqêda têkeł bû. zortir legeł ew řaman’ebward.

dwayî taqetim çû hatmewe bo hewlêr, le mizgewtî mela efendî le qełat lay merḧûm mela ’ebdułłay kuřî ḧacî mela ḧesenî burhanî ke muste’îdî efendî bû - damezram, desim kird be ’ebdułła yezdî. çend mangêk pêkewe le ḧucreyeka bûyn. benaw feqê bû, birincî mela bû. řojê pêş řemezan witî: kake ḧeme fiłan kitêbim lazme, lay mela ’usmanî beḧirke heye, etwanî biçît bom bihênî? witim: bełê. çakim kird belada hey pêm lêkird bo beḧirke. naşareza, her be pirsyar, pêş nîweřo geyştime ewê. kaẍezekey mamosta mela ’ebdułłam da be melay beḧirke. paş nwêj mela be kuřekey wit: biço nan bêne. kuřeke řoyşit camê do û çwar nanî hêna. zorîşim birsî bû, emma sê nanim xward, nanêkim parûy şerim hêştewe. mela witî be kořekey: řołe! ewe bo ewendet nan nehêna ke mîwaneke têr bixiwat? ewe řonekereman bû, boçî nethêna? ewe boye çwar nanit hêna mîwaneke syanî bixiwa û yekêkî bihêłêtewe? enca tifêkî lê kird, witî: ker be quzî daykitda biba. paş nîweřo geřamewe bo hewlêr. kitêbekem hêna bo mamostam. şew řemezan bû.

çend mangêk le hewlêr maynewe. mamosta witî: kake ḧeme! bêtaqetim, arezûy seferim heye, ḧafzêk bigrewe. ke girtimewe be nyazî sefer kirdinman, emey hêna: «bixtim ar yar bud rixt azîn ca bibirim»Farsî. qerarî ‌da ke biçîn bo şarî koyê, lewê şer’ bixiwênê çunke yek kelîme şer’î nexwêndibû. îznî le mela efendî xwast bew qerare ke bo îcaze wergirtin bîtewe xizmetî. çûyne koyê. legeł geyştinî ême, mela řesûłî xał û mela řesûłî xwarza gurûmerî ke nasyaw û aşnay mamosta bûn, be sê suxtewe geyştine koyê. her ḧewtiman le mizgewtî bayz aẍa damezrayn. mamosta lay mela beha’eddîn destî kird be xwêndinî îbnuḧecer, tełaq û nîkaḧ û, hemû řojê mela eḧmedî kuře şwan le mizgewtî gewrewe çunke mîwanî mela miḧemmed bû dehat bo ḧucre, dersêkî mînhacî pê ewt. ew zistane zor xoşman řabward, zor bekeyf. şewêk meclîs gîrabû le ḧucre, zor qełebałẍ bû....