merîwan

Li pirtûka:
Yaddaştî Rojanî Derbederî
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 3 Xulek  764 Dîtin

başmax le ḧudûdî merîwanCihe, we se’atê le pênciwênCih dûre. dêyekî xoş ab û erazî me’af, ehalî feqîr, kasb, musułman, waman zanî ke lew dêyeda îstîraḧet ebê. nemdezanî hêşta ewwełî sefere. be fikirî hemû la be çakman zanî xeberî derbederîy xoman û mewcûdman bo meḧmûd xan binûsîn. nûsîman. le cwabya be çend swarêkî xusûsî kaẍezêkî way nûsîbû: başmaxCih ḧudûde. cêgay êwe nîye, bên bo «kanî sananCih».

«merîwan» bilûkêke le şanze bilûkatî kurdistan. murace’etî be şarî sineCihye. lepêşa ḧukûmet le qełay merîwanda buwe. le bê’îdareyîy ḧukûmetî êran têk çûbû. bełê êran ḧukûmetêke le kurey erza lam waye ḧukûmetî ewende bê’îdare nîye natwanim teşbîhî be paşapaşaney minałanîş bikem çunke mindałan le weqtî ew yarîyeda zebit û řebit û întîzamêkyan heye. em qewmî kurde le her cêgayê ke hen lêm me’lûm buwe bewasîtey bêḧukûmetî û cehaletewe duçarî şeqawet û sefalet bûn. bełê ḧukûmet mu’elîmî exlaqe, detwanî terbîyey mîlletî bigeyenête lay jûrûy se’adet. qebaḧetî merîwanî nagirim ke herçî dêhatî eşrafî sine ya «xasse» bû ye’nî małî mîrî ke zebtyan kirdibû, warîdatî serfî qonaẍ û dîwaxanî xoyanyan dekird.

merîwan nizdîkî dûsed dêy xoş xoşî awdarî awedan debê. «golî merîwanCih» waqî’ buwe lebeynî dû şax. binarî şaxekan ember û ewber dêhatî me’mûre. panayî 1000, dirêjîy ew gole 5000 gez debê. îstîfadey tewawî lê nakirê ẍeyrî řawî tuyûr û hêlkey qaz û mirawî nebê. lam waye bew wasîtewe ew dêhatane naw nirawe «merîwan», hemû goleke wek ḧewzî ḧewşeyek waye piř le mirawî. ewanîş mirawîwanin. «merîwan» texfîfî «mirawî wan»e. le terefî şerqî gol beqeder sê aşgêř aw carî ebê. le îstîqametî şerqî cunûbîda deřjête «dyale» we «sîrwan». emma le gelê cêga lew awe zera’et û felaḧetî pê dekirê. çwar terefî gol «betatilq» zelkawe, dêwî tê bikewê nuqim ebê, qûtî eda. ew gole eger wişk bikirê nefi’ û qazancî bêḧîsab ebê. wişk kirdinîşî asane. ḧasłî: merwan germyane, kwêstane, daristane deşte, şaxe, baxe, qabîlî hemû tereqyatêke.