neqîb şêx me’rûf
le newey ḧezretî kak eḧmed neqîb şêx me’rûf zatê bû beqîmet, biłind hîmmet, bekerem, besexa, bemruwet, be’eta. sałî dûsed ’ebaw sełtey zyatir ekird be xełat bo ewaney řûyan ekirde qapîy ew. êware û beyanyan hîç wextê dîwaxan le mîwanî zor xałî nebuwe. cige le mîwanî xarîc, ehlî memleket ekser le me’mûran, le tucar, le dîwaxanî ewa neharyan ekird û xoşî ewey pê xoş bû her legełyan danîşê, we’îlla beqeder minałêkî yeksałe xwardinî nebû. we ẍeyrî xidmetî mîwanî, betaybetî bo mela û ḧafzî mizgewtî gewre û zor le feqîran û muḧtacan te’am dirust ekira, herkes eçû beşî xoy le metbex wer’egirt. be xełat, be neqid, be zexîre, be hemû new’ê destî xełqî egirt. le sałî 1332y hîcrî mizgewtî pişt małê xoyan ke meşhûre be mizgewtî biçkole le’esasewa têkî da û destî kird be te’mîrî be xiştî sûr û geç ke nawkarî dîwarekanîşî xiştî sûr bû, way lêkird ke layq bû be yekem mizgewtî suleymanî ḧîsab bikirêt. yekê le ẍeyret û sebatî neqîb ew sałe ke ew mizgewtey te’mîr ekird ’îlletî řişanewe kewtibwe naw suleymanî. herkes xoy be pyaw gewre ezanî le şar fîrarî kird řûya ekirde dêhat. em «ٲsilaErebî» tirs û bakî nebû, xoy ehat beřoj bedyar westaw kirêkarewe řa’ewesta, meşẍûłî îşî mizgewteke bû. fazîlî ’îrfan le te’rîxî tewawîy mizgewteke be ’erebî çend şî’rêkî nûsî emeyan şî’rî te’rîxekye:
bo lêqewmawan penah bû. le ḧerbî gewre ke leşkirî řûsîye hemû kurdî êranî tałan kird we eyankuştin, herçî aẍa û begzade û ře’yetî êran hebû hîcretyan kird bo ’êraq, bêcêga û mekan biław bûnewe be dêhatî ’êraqa. çend aẍayek û mîqdarî pencah małê ře’yet penayan hênaye ber neqîb, ewîş merdane dêy «geředê» ke xanûy taybetîy xoy tyabû emrî kird bo aẍakeyan ew xanuwe çoł bikirêt û ře’yetekan le «geředê»Cih û «kanî sard»Cih û «eḧmed’awa»Cih îskan û dabeş kiran. warîdatî ew mułkaney bo ew muhacîrane terk kird, heta şeř biřayewe û řûyan kirdewe êran denkê warîdatî lew dêhate nesen, mexsûsî ew muhacîrane bû. cige le warîdatî dêyekan bexusûsî în’amîşî legeł ekirdin bo berg û lîbas û xwardemey ẍaqłî nekirdin.
beharî cûd û keremî neqîb weha sebiz û xuřřem û awdar bû tenha be bexşînî esp û neqid û ît’amî te’am qena’etî nebû, mułkîşî betewawî ebexşî. emlakî dêyî qizlerî hemûy kirde weqfî mizgewtî qizler. dêy başmaẍ ke le êrana bû bexşîy be mela eḧmedî kuřî mela ’ebduřřeḧmanî pênciwênî, heta le ḧeyata bû mela eḧmed teseřřufî ew mułkey ekird. we le naḧîyey sûrdaş dêy teřemarCih û kanî çinarCih ke nîwey hîy xoy bû we nîwey axrî mułkî sałḧ efendîy lawe ke dirawsê û nedîmî meclîsî bû, nîwekey xoy bexşî be sałḧ efendî.
yekeyeke beyanî în’am û cûdî merḧûm şêx marf bikem, ebê gencîne kesî tirî tya nenûsrêtewe. ewsafî hemûy qabîlî nûsîn nîye. xwa lejêr beydaxî ceddî xoya ḧeşrî bika. her řojêk mîwanî nebwaye mat û ’aciz legeł xidmetkar û te’elluqatî şeř û de’way ekird. ke mîwanî bibwaye way ezanî dinyay dirawetê. leber mesarîf da’îma qerizdar bû. muqabîlî qerz pisûłew qebzey eda. wextê te’dye waqî’ ebû pisûłe werne’egîrayewe, saḧêb pare bew pisûłanewe daway parey ekird, «qit’ya»Erebî lêł ne’ebû ewîşî edayewe.
legeł birakanî seyîd ḧesenNava taybet û seyîd ’umer lutfîNava taybet zorî hebû. behewes eçuwe małî yekêkyan. le hatneweda êstir, dû sê teẍar gendim, teẍarê birincî bo ḧewałe ekirdin.
mułkî memleḧey be’emanet da be şêx se’îdî gog tepeNava taybet, ta leḧeyata bû daway warîdatî lê nekird. lepaş wefatî herdûkyan ewladî şêx se’îd îddî’ay mułkayetîy memleḧeyan kird, ḧefsexanNava taybet kiçî neqîb mecbûr bû murace’etî be meḧkeme kird. lepaş keşakeşî zoru serfî sed dînar memleḧey le kuřanî şêx se’îd sendewe.