oktay qa’an kuřî çengîz xan 5

le «řuze alsifa»we
Li pirtûka:
Gencîney Merdan
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 7 Xulek  781 Dîtin

yekêkî tir: pyawêk legeł wekîlanî qa’an mu’ameley hebû ḧukmî kird sed baleşî bidenê lebatî ew meta’ey pêy firoştûyn. řojî dwayî çawî be derwêşê kewt lepêş qesrekeya řawestabû, way zanî saḧêb meta’ekeye baleşekanî teslîm nebuwe, fermûy boçî ḧeqtan teslîm nekirduwe? sed baleş bênin bîdenê. derwêş ke sed baleşî wergirt sersam bû, witî min hîçim nefroştuwe. min ew pyawe nîm ke mu’ameley legeł êwe buwe. qa’an fermûy pare ke le xezne derhat naçêtewe nawî. řizqî xoyetî bîdenê.

yekêkî tir: řojê jinê be ber qesrekeya eřwa, dû minałî be kołewe bû, qa’an çawî pê kewt emrî kird pênc baleş bo ew jine berin. xidmetkareke le pênc baleş yekêkî dizî, jine ferqî pêkird, daway lêkird, xidmetkar neydayê, geřayewe. qa’an lêy pirsî ew jine legeł to qisey çî bû ke zor qisetan kird, ’erzî kird saḧêbî ’eyale, beyanî ’a’îley xoy ekird, ḧukmî kird bîgêřnewe biçête xezne herçendê etwanê hełîgrê bîba. jinekeyan birde xezne ewendey lexoy na, beqeder tucarê dewłemend bû.

yekêkî tir: bazewanekey hat witî bazeke nexoşe ebê goştî bidrêtê. emrî fermû parey goştî bidenê. karbedestan beqeder lizûmî goşt pareyan dayê, baleşêkyan nedayê. lepaşda xoy pirsyarî kird çîtan be bazewan da? ’erziryan kird parey çend řoj goştî bazekeman dayê, fermûy bazewan be behaney goştî bazekewe bo îḧsan hatuwe, biçin pênc baleşî bidenê. îme ememan ewê ke xełq le îḧsanî ême bêbeş nebê.

yekêkî tir: le şarî qereqrum kewansazê ebê kes kewanî lê nakřêt ewende xirapî dirust ekird. řojê kewanêkî beser darêkewe best, leřêgay qa’ana řawesta, qa’an pirsî ewe çîye? pyaweke witî min kewansazim, lenaw xełqa meşhûr buwe kewanî min xirape, kes lêm nakřêt. leber ewe zor nedar û feqîr kewtûm, em bîst kewanem bo xidmet padşah hênawe. emrî kird kewanekanî lê wergirin, be her kewanê baleşêkî bidenê.

yekêkî tir: yekê le mulûk kemerêkî muresse’î be dyarî bo nard, bizmarêkî lê kewt, nardyane lay westayek bizmarekey têbxatewe. westa qumarbaz bû. kemerekey firoşt serfî îḧtyacî xoy kird, be - emřo na, sibey - her tefrey mwaşîrekanî eda, le’axirda řayan kêşa bolay qa’an, lewê witî kemerekem bo îḧtyacî xom firoştuwe. qa’an witî: eme xyanetêkî gewreye kirdûte, cezaşt gewreye, biřo ’efu be, carêkî tir em ḧerekete meke. emrî kird sedûpenca baleşî bidenê serfî îḧtyacî bika.

yekêkî tir: pyawêk pyałeyekî ḧełebîy be dyarî bo eba. pyałeke ebne ḧuzûrî. fermûy em pyawe be zeḧmetêkî zor le ḧelebewe em pyałey hênawe, dûsed baleşî bidenê. saḧêb pyałe kewte fikirewe aya em qiseye řast bê dûsed baleşim bidenê? lepiř mijdeyan bo hêna ke were dûsed baleş werbigre. her lew řojeda le meclîsî qa’an basî ’ebdî ḧebeşî ekira ke bo xidmet zor sadiq û azan. fermûy lew pyawa pirsyar biken etwanê ’ebdêkman bo bikřêt boman bênê? pyaweke witî ewe êşî mine, beser çaw em xidmete ekem. emrî kird bo kiřînî ’ebdeke dûsed baleşî bidenê. kabray bê însaf parekey wergirt û řoyî, îtir nehatewe bew wiłateda.

yekêkî tir: pyawêk le şaxî biznekêwî kaseyêkî dirust kird birdî xoy teqdîmî kird. qa’an girtî bedestîyewe seyrî kird, emrî fermû penca baleşî bidenê. emîndar witî padşahim bo kaseyêkî bêwcûd em mîqdare îsrafe. lêy tûře bû, witî nesîḧetî min meken.

yekêkî tir: pyawêk çwar baleş le emîrê qerz eka, ke we’dey hat parey ledesta nebû bîdatewe, emîreke tengetawî kird, witî ya pare ya ebê bêyte ser ayînîy bit perestî ya beřûtî be bazařa bitgêřn. pyaweke sê řoj muhłetî xwast. lebeynî ew sê řojeda xoy geyande lay qa’an. mes’eleyan têgeyand. emrî fermû jin û xanû û małî ew emîre biden be musułmaneke çunke em teklîfe giraney lê kirduwe, we be bazařîşa bîgêřn heta carêkî tir em ẍeřřane em teklîfe neken.

yekêkî tir: seyîdêkî ’elewîy buxarayî le xezne parey qerz kirdibû bo kasbî. ke we’dey qerz hat me’mûran çûne serî bo pareke. witî teslîmim kirduwetewe. daway senedî teslîmyan kird, witî teslîmî nefsî qa’anim kirduwe. seyîdyan bird bolay qa’an, witî kê agay lê bû ew pareyet teslîm be min kirdewe? seyîd witî kesman lela nebû, her xom û xot bûyn. qa’an le diła witî eger biłêm diro ekey řenge be’zê kes biłê înkarî we ḧaşa eka. witî seyîd biřo, emma lemewdiwa ke nabê mu’amelet lekeł bika. lepaş çend řojê tuccar le xarîcewe hato qumaşî zoryan hêna, qa’an xoy sewday legeł ekirdin. lew wexteda ke deryay cûdî kewtibuwe şepoldan, fermûy seyîdî buxarayîş bang ken. seyîd hat, fermûy seyîd diłit ’aciz buwe ke emirim kird kes sewdat legeł neka, min xom sewdat legeł ekem, qumaşî toş bayîy çende? witî sê baleş. emrî kird parekeyan dayê û qumaşî seyîdîşyan kiřî.

yekêkî tir: pyawê henarêkî bedyarî bo hêna, fermûy beqeder denkî henareke baleşî bidenê.

yekêkî tir: musułmanêk piř ’eřabeyek mîwey bo hêna be’umêdî ewe îznî bida bo memleketî xoy. emrî kird îzin bê û baleşêkîşî bidenê.

yekêkî tir: dizê întîzarî řojî seyran û şayî qa’anî ekird ke şitê bidzê. ke nobetî ew řoje hat xeznewan hemû serxoş kewtin, pyałeyekî zêřî le xezne dizî û birdî. řojî dwayî bo pyałeke geřan dyar nebû, qa’an xeberî zanî fermûy cař biden herkes pyałeke bênêtewe le řoḧî xoy emîn bê û tełebîşî qubûłe. dizeke pyałey birdewe. lêyan pirsî lem birdin û hênanewet meqsed çi bû? dize witî meqsûdim ewe bû ke padşa î’timad be nobetçî neka. eger metłezim dizî bwaye şitî beqîmettir le pyałeke zor bû. umera wityan lazme em pyawe syaset bikirê ta kesêkî tir em cesarete neka, qa’an witî řoḧî em pyawe emîne, ḧeyfe pyawî wa becesaret bikujrê. emrî kird pêncised baleş û çend espî řehwan û xełatî beqîmetî bidrêtê we le memleketî xeta ḧakmî çend hezar xane bê.

yekêkî tir: le wîlayetî qeraqrum le weqtî pêgeyştinî genim û co terzeyêkî wa barîy zera’et hemûy meḧu buwewe. qa’an emrî kird diłyan teng nebê herçî zay’atî buwe le ’emarî ḧukûmet eyandemewe, emma carêkî tir mezrû’at aw biden bełkû şitêkî lê peyda bê. zarî’ekan beqsey ewyan kird, zera’etyan aw da. ew sałe çwaryekî zyad le sałan genim û co hate pêşewe.

em padşay meẍule bêcge le sexa û keremî, zor exlaqî gûzîdey buwe û beraber bewane syaset û ḧukmîşî nwanduwe. lazme serdefterî «gencîney merdan» oktay qa’an bê. xwa le qyametîşa îḧsanatî bidatewe.