meteł

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  7861 Dîtin
eger ’aqiłn xawenî bîrin
lenaw melana kamyan beşîrin?
«şemşemekwêre»
***
piştî hesane û berî qur’ane
be’zê qatłî řoḧî însane
«qariçk»
***
kewanî goştî, tîrî peřpûtî
eyxa bo qulapey eya le lûtî
«bay sik»
***
qasim dîwar sim, bê şax û bê sim
tayfeyan dize û xasyan enasim
«mişk»
***
çwar pa der zemîn dû pa der hewa
bizmin hey bizin mexlûqî xwa
«bizin»
***
karzane û bêgyan, şeş paye û dû sim
le dîn lanada wek mela qasim
«tirazûy şayînî qedîm»
***
serî yekêke û binî duwane û fiş
lingî min û toy kirdote bawiş
«patoł»
***
lêrewe heta agate mekke
her şekî kałî çawan bełeke
«kiç»
***
nobûkî behar bezre wek çinar
sewze wek xeyar tirşe wek henar
«řêwas»
***
çwarpaye û gyaxor bełam ker nîye
nełey şitî wa hêlkeker nîye
«kîseł»
***
heta lêy nedey kunî ber nabê
kes le xizmetî behrewer nabê
«bêjing»