bo pîremêrd

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  615 Dîtin
ey xame binûse nameyêkî řengîn
bo xawenî xoşewîstî řojnamey jîn
çwarxiştekîyê wekû kelamî xeyyam
piř bê le witey nazk û çewr û şîrîn
pê bêje ke ew kesey ke ’asman û zewî
danawe be řêkupêk û berzî û newî
em bende lemêje řadebûrê ’umrî
lay xwa be du’ay dewamî to řoj û şewî
ey dił bigeşe ke wa gułałan geş bûn
der sewze, behare, şax û kêwan řeş bûn
zû hełbise beşke toyş beşêk werbigrî
ew komełe nûstibûn le ḧeq bêbeş bûn
oxey ke jyan jyawe em care be jîn
bo em gułe birjangime lebatî perjîn
ey mamey baxewanî pîrî wişyar
to û komełî pasewanekanit řebbî bijîn