zengî aştî

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  797 Dîtin
kurde bîruřat leser xo nîye
karekanman hîç girduko nîye
serî heryekman sazê lê’eda
hîçî be keyfî min û to nîye
sazî bedbextî, sazî cyayî
dengî aştî têda bo nye?
le yek ekujîn le yek ebřîn
hey dad em kare hî emřo nîye
em bew ew ełî caş, ew be em ełê
xo dyare kerîn hîç diro nîye
karman fişeye û diro widelese
hemûman dû poyn kes yek po nîye
bo xatrî xwa takey weha bîn
hîçkes wek îme wa tiřo nîye
hîwatan nebê be hîç dewłetê
syaset dayk û bawkî bo nîye
em bo řas eřwat em bo çep hełdê
le yek řwanînman muřî monîye
ey sergewrekan, gurîsbedestan
gurîsî qaym xo yek lo nîye
şipirzeNasnava edebî mebin le yek mepçiřn
xwa piştîbanî çiluço nîye!