kabra gerekîye binûsim řûs bûm

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  539 Dîtin
kabra gerekîye binûsim řûs bûm
le dîn û jîn û îman me’yûs bûm
quř’an û dîn û xwam ne’enasî
řiqim lewe bû ke bika basî
bawik û bapîrim giştyan dîn leq bûn
be qewlî ewan hemû eḧmeq bûn
qisewbas zore leserî nařom
hemû kafir bûyn le ’ecem ta řom
wa şukur êsta gişt musułmanîn
êsta hemûman ehlî îmanîn
pêt xoş bê ya na min lam wa nîye
lekum dînukum bo min kafîye
bexwa bira min eweme ke bûm
ne musułmanî wek tom ne cûm!