be nawî xway bexşende û mîhreban

tercemey ayetî 35, 36y sûrey nûr
Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  792 Dîtin
xwa kumek be baş bikem beyan
wesfî zatî to wek ayey quř’an
xwa nûrêke zor řûnak û berz
edrewşêtewe le ’asman û ’erz
wek çiradanê çirat tênabê
çirakeş le naw çiray cwanabê
şîşekeyş wekû estêrey piřsoz
ke hełgîrsabê le darî pîroz
darî zeytûnê ne ẍerbî û ne şerq
awrî pênaga û bisûtê wek berq
řûnakî leser řûnakî kewê
řênîşander bê bewey byewê
mesel dadênê xwa be mana
xwa le her şitê ’alim û zana
lenaw małêka îcaze eda
ke nawî xway berzo bê têda
nawî ew berin řojê dûcare
tesbîḧî biken sibiḧ û êware!