mu’ellîm

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  610 Dîtin
ey mu’ellîm řêberî dinya û dîn
tîşkî řojî berbiławî ser zemîn
daye des to xalqî kewn û mekan
xamey nuktîjî sen’et aferîn
her be pênûsî desî seḧḧarî to
hate dî neqiş û nîgaristanî çîn
to be efsûnî qełem ênîte dî
kiłpey giryan û qaqay pêkenîn
’alman û katban û şa’îran
her le xirmanî to bûn xoşeçîn
zeḧmetî to fêrî zanayanî kird
nukteyî şîrîn û nutqî agirîn
to nîşanit da be xełkî hîçnezan
lewnî tewn û şêweyî qałî çinîn
qewmî weḧşî destemoy tałîmî ton
her le elfubê heta ’îlmulyeqîn
her hunermendê le toy wergirtuwe
bezmî musîqar û nezmî hełpeřîn
to be keştîwan melet fêrkird be fen
to fiřoket xiste kar û hełfiřîn
herçî mexlûqe hemû şagirdî ton
her le towe fêr’ebin řeftarî jîn
hî etoye zor û kem zanînî me
ey mu’ellîm ger nebî to ême nîn
paş xwa ḧemd û sipasî to ekem
ey mu’ellîm ey firîştey nazenîn
temmełî xoy bû şipirzeNasnava edebîy hîçnezan
fêr nebû zanîn û řêgey têgeyîn!