řabte

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 2 Xulek  598 Dîtin
beynê řabtey sofîm kird be naw
şikłî xelîfem ehêna berçaw
řîşêkî dirêj herwekû tenge
hey’etêkî pîs her edut sege
qyafeyêkî qořî wekû dêw
qewareyêkî zelamî wek kêw
milîwan çiłkin kirasê wek hoř
yexe daçekyaw kewayêkî şoř
girj û ’ebûs û tirş û tûnd û tał
neḧis û sayey qurs herwek daykî ał
ehat berdergay diłî egirtim qurs
hemû bedenim enîşte ser tirs
wextebû şêt bim ta yek dû ḧefte
witim boçî xom kerkem be mifte
ḧeyf nîye witim ke awêney dił
bo dêwêkî wa bibê be menził
şepêkim lêda le diłim derkird
teşrîfî derçû be gerdinî wird
hênamewe bîr bałay yarekem
mełhemî diłey birîndarekem
qijim kird be pes bo dêw û perî
kewanî biroy bo kêşkigerî
çawî estêrey şewanî dił bê
birjangî tîrî dizî menził bê
nawçawî çiray berqî řařew bê
wirşey řûmetî bo mangeşew bê
lûtî herwekû têẍî zulfeqar
hełbiwasrê lebo çawezar
dû kułmî wek řoj be tabnakî
bîxene jûrî diłim řûnakî
dû lêwî wekû gułałey beheşt
bîxate diłim agirî zihirdeşt
be lebxendewe yarî nazenîn
mirwarî derxa wextî pêkenîn
çinakey wekû cewherî ełmas
leber dergada hełwasim bo pas
bałay sêberî qesrekey dił bê
dayîm fênkî û xoşî menził bê
diłim necat da lew tirs û lerzih
a’em řabîte bo lawan ferzih
çûnka giştî her xeyał û wehme
em řabîte hî pyawî be fehme
be xeyał boçî nabî be kełê
’eřeb zikiral’îş nîsful al’îşErebî ełê
lade le yadî xełîfe û hî qewr
xyałpiławe ḧeyfe nebî çewr
hoşyarbin tuxwa netanken be pen
řabîtetan kird wek şipirzeNasnava edebîy ken!