adem û ḧewa

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 3 Xulek  1194 Dîtin
wextê ke adem le beheştî pak
be nařeḧetî fiřyanda ser xak
her tenya xoy û dayke ḧewa bûn
yekcar řût û qût zor bê enwa bûn
gwêlê genmyan kird bûne mişt
ke hełîgirin bo xwardin û kişt
adem le daxî şeytanî mekkar
gêlêngî exward ledaxa wek mar
witî be ḧewa: damawî zelîl
kwa hařehařî cogey selsebîl?
kwa şekirawekey ḧewzekey kewser
kwa xewtinî wişk û kwa xwardinî teř?
kwa sêberekey darekey tûba
kwa piław û goşt û cûce û mirebba
ewnem areq kird bûm be çořê aw
çořê aw bêne zelîlî damaw
eme gişt pend û weswesey to bû
firîwim xward û dînim ledes çû
ḧeway diłřifên zwan teř û paraw
çawî derpeřan lêhate cuwaw
witî: dek xwa bezyadî neka
bo a em beşey day be min xwa
îtir kem bêje dirêjî nefam
her xetay to bû minîş derkiram
min witim genim ba bixoyn zor kem
to xot be lagwêl etxinane dem
to xot zorit xward emin bêjim çî
ewnet xward heta xot pîs kird îhî
adem bem qise dinyay lê tał bû
wek maran geste kewte hatuçû
derd û birînî le no kulyawe
letaw derd û xem her etlyawe
witî řas ekeyt ḧewa min kerim
mêşkî tya nîye tewawî serim
bêjim çî afret şêt û řiswa xom
xecałetbarî qapî xuda xom
be qewlî jinê bêwefay wek to
xwam řencan le xom xom kird řenceřo
êsteyş jinî xom çuwe le des çû
hełsîn bo kar û hewł û hatûçû
zewî hełkenîn genim biçênîn
bem ḧałe herçon bê bisa çênîn
le germa û serma û tirîşqe û baran
biçîne penay eşkewt û ẍaran
hewa hewłîda derçê lejêr kar
het tenya adem bixate jêr bar
witî: to pyawît mil’estûr û zil
min ze’îfeyek mandû û şil û wil
em lêqewmane wehay lêkirdim
natwanim tekanim bixom ha mirdim
adem merdane lê girman wek hewr
witî: bê ḧeyay fêlbazî dem çewr
minit le beheşt derpeřan be fêł
îsteyş xot dawe be ’erz wek dêł
be zor û xwahîş ḧeway xiste kar
be awdaştin û dirwêne û bijar
bełam axrî her cinsî ḧewa
be nûşte û sêḧrî malûm û mela
xoy lejêr kar û kasbî derkird
cinsî ademî her musexxer kird
ax bo pyawêkî aza û kuřî kar
jinî wek eweł ehêna jêr bar!