sikała le des xwa lay xoy

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  581 Dîtin
xwa xozge lebo toyş yek xudayê
wekû to çonî bo min wa bwayê
wekû min wa perêşan û giriftar
kesîf û gêj û sergerdan û bêkar
desî ebřît hetakû bincî qołit
behîç corê nemênê cimucołit
tema’î pê edayt û nefis û şehwet
xeyałî kamgarî û ’eyş û lezzet
heway ’eyş û xeyałî şûr û mestî
be zor germî lenêw kelley dexsitî
le meẍrûrî û le xozligirtin û qîn
beşêkî pê eday bêḧedid û texmîn
bixate nêw diłit sed arezûy baş
yekêkit bo nexate nêw kiřukaş
gelêkit pêbda derd û ḧeya û ẍem
le sebir û ẍîret û xoşî gelê kem