bêrût

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  572 Dîtin
egerçî şarêkî zor cwane bêrût
egerçî merkezî lubnane bêrût
hemû cwanî lewa koye beřasî
nimûney cennetî ’ednane bêrût
jin û pyawî hemû cwan û zerîfin
kiçî ḧor û kuřî ẍîlmane bêrût
bełam em şare bêtame be bê to
be bê řût herwekû zîndane bêrût