girê kerewe

(wergîraw le şî’rêkî perwînî î’tîsamî leber xatrî duktur ’ebdulreḧman muftîzade)
Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 2 Xulek  1046 Dîtin
pîrepyawê řûtî damawî hejar
řojgarê tałî bû wek jarî mar
hem kuř û hem kiç nexoş û natewan
em ẍemîşî hate ser barî ẍeman
carê emyan arezûy hengiwînî bû
tawê ewyan meylî biřwêşînî bû
carê em şorbay ewîst ewyan dewa
carê em kewşî diřabû ew kewa
bawkî bêçare beyanî takû şew
lay em û ew abřûy naye girew
kewte awayî lebo nanewçinîn
lay kes û nakes sikałay bû le jîn
leş şeket şew qiłxeqiłx û nałenał
bo perestarî ehato naw minał
maweyê bem core wextî birdeser
milkiz û serşoř û mat û çawleber
řojê geřya xwar û jûr û řas û çep
hewłî zorî da û hîçî des nekewt
yek qiřanî pênebû bo nanî şew
řûy nebû serba le mał û cêgexew
şewdirengê hate lay yek aşewan
swałî miştê ardî kird bîka be nan
aşewan pêy wit bide desmałeket
baş girêyde û bîxere jêr şałeket
řû be mał hato be pirte û bołeboł
her şikatî bû le jînî tał û soł
boçî bestit lêm xwa herçî kune
key ekeyto em girêpûçkey mine?
zor girêy xełkit be asan kirdewe
em girêş bo min pikeyto bem şewe
dî girêy desmałekey kiryaweto
ard tewaw řijyawe desmał maweto
kifrî hateser witî mirdût mirê
key witim bîkeytewe to em girê
min witim qułfey gurîsî bextî řeş
wa girê diryawe bîkeyto le leş
key witim bîkeytewe desmałekem
bîřjênî řozîy mindałekem
danewî kokatewe ardî řijaw
dî lewêda kewtuwe kîfê diřaw
kewte sucdew tobe û pařanewe
mûřnîn û me’zerethênanewe
ey xwa karî eto giştî ḧeqe
bende bêçare û nefam û eḧmeqe
to minit derga be derga û mał be mał
řa’eda wek pûş be hêzî bay şemał
takû ḧałî bim be meylî to newê
hêç kesêk sernakewê û dananewê
çûn hîwam biřya le xełkî bêş’ûr
bangî kirdim xaznî řeḧmet le dûr
ey şipirzeNasnava edebî herwekû «perwîn» betîn
toş le xermanî xwa be xoşeçîn!