bo xałom şêx ře’ufî zyayî le taran

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  606 Dîtin
diłe tuxwa biřo wek ba û baran
hetakû řê ebeyte şarî taran
bibîne ḧezretî xało zyayî
biłê îtir bese dûrî û cyayî
biłê êsta şukir to xerqepoşî
ne şêx û zahîd û ne badenoşî
ne eşẍałî ekey mîzî řyaset
ne pêt xoşe qise û basî syaset
ne meḧkûmî kesî ne ḧakmî kes
feqet çawit le zatî xalqe û bes
diłî xot mezherî sîdiq û sefa ke
hemû řojê tewafî musetefake
were jîr sêberî bawkî benawit
be xakî qebrekey ew řûnke çawit
wekû bêçareyêkî pîrî meslûl
pena bêne be seyfûłay meslûl
biçêje xakî em şare wekû şekir
nebê karit be ’emir û zeyd û babekir
lebo bêtaqetîş carcar û demdem
tepî małan û dewrî şar û serçem
xerîkî şî’ir û zîkirî zatî ḧeq be
le bo êmeyş wekû duktur şefeq be!