mêşûle û ga

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  660 Dîtin
def’eyê mîşûleyêkî wirdî xołîney befîz
lûlî bałî da be ’ezmî xonwandin gîzegîz
çend sûřî xward û manûbû le paşa sawesaw
gayêkî gewrey lenaw deştêkî pana kirde çaw
bo emey gařeş le şikłî nesłemêto řaneka
wirdewrde zor be astem nîştewe ser şaxî ga
xoy lela zil bû gelê fermûy be ga řołe kuřim
ḧez ekey qursît leser labem le şaxt hełfiřim?
ga wełamî dawe to çît û ełêy çî çît dewê?
bo hezarî wek eto mûyêkî min dananewê
zor kesî wa hen be dîmen herwek ew mêşule wan
ca giranî xo enêne ser min û to û nîştiman!