hana bo bawkim
Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
1 Xulek
934 Dîtin
ey pider to pêşewayêkî gelê ferzane bûy
bo gelî xot şewçira û gewherî yekdane bûy
zor serit êşa le řêgey řênmayî mîlleta
aşnay dîn bûy bełam lay qewmeket bêgane bûy
hewłî zorit da lebo serkewtinî xizim û birat
aftabî ’alem’ara bûy heta awa nebûy
ey pider wa řołeket şêt bû lepaş to kewte kêw
xo eto lay xot tebîbî derdî her dêwane bûy
ey hezar řeḧmet leser qebirit xuda to birdewe
xoşewîst bûy boyê to lem ’esreda berca nebûy
bot enûsim qismetê derd û şikatit la ekem
to le min çatir ezanî çon biłêm aga nebûy
êsta xizmanim peşêw û serkizî des ecnebîn
hîmmetî to ḧazre boçî lewê peyda nebûy
pirse ḧałî xizmekan û nafî’Nasnava edebî û fexrey kuřit
ta biłêm bawkêkî diłsoz û le ême la nebûy!