terceme şî’rî ’eřebî leylî û mecnûn leser weznekey xoy

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  717 Dîtin
deken lome xizmanim leser ’aşiqî leyla
bira û amoza û xało legeł xałoza û metî
leserme eger leyla bibînim le xełweta
zyaretî beytî xwa pyade be pêy petî
ełên leylê nasaẍe le xakî ’îraqda
de xozga ḧekîm bayêm emin bo tebabetî
ełên leylê řeştałe û řeşêkî ḧebeş řenge
eger řeş nebê mîskîş nîye bon û qîmetî
kuřî leylê wa pîrbuwe pîrbû kuř û kiçî
welê sozî leyla her le diłma xerîkîyetî!