le hewlêrewe wiłam bo mamosta qani’

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  664 Dîtin
seba zûke sa were pêşewe
em name be sed derd û êşewe
wekû birîske bîbe bo qani’
biłê herdû pêt maç eka nafî’
kakî şipirze zar û zebûne
pêbesrawî çerx zedey gerdûne
tawê milxiwarî cilxiwarekane
carê jêrbarî zordarekane
sałê qingidřaw ew lamezhebe
katê jêrkewtey tîrey ’ařebe
çûnka bê pare û mał û dirawe
řistinî girjî lay xełkî xawe
lam waye êmeyş çûnka bê pareyn
boye meşẍûłî em îş û kareyn
îtir şipirzeNasnava edebî fikirî zor berze
hîç xoşî naye le karî herze!