wiłamî eḧmed şukirî

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 2 Xulek  847 Dîtin
min alcindî alminsub alî altibErebî
alî mulana alişkirî almirtibErebî
şukirî şekerî witekanî to
tûtî teb’imî hêna giftugo
şukirî leserme bibê ḧesawî
bêcam kird nûsîm ke to xirawî
çûnka xizmetî zibanman ekey
tacî sermanî û bînayî dîdey
fermûbût êste ziban boy nayê
eş’ar û qise lehemû layê
’ecayb şa’îr ewne zor buwe
her şaneçirkê û fermû fermuwe
çûn êxtira’î êmeyş eş’are
alatî nawêy û têynaçê pare
qisey qoř heye ewend lelaman
ke bot binêrim biłêy zuwan aman
pêwîste bideyn yarmetî yektir
nek biřêsîn û bibîn be şa’îr
çûnka em zewîye parey tênaçê
heryek lelayê hełmangirt paçê
lam waye êmeyş çûnka bê pareyn
boyê xerîkî em îş û kareyn
yarmetî bide û desgiroyî ke
řas û diłpak be û serbexoyî ke
emet cêhêna beynełła řase
we îlla witey pûç bê esase
eger na řojê be xeyałî wird
pîremegrûn û goyjem labird
text û safim kird çałîşî piřbû
ke hatmewe hoş meselem tiřbû
herkesêk wek min şêt û herze bê
naḧeqî megre ger şipirzeNasnava edebî bê!