le řewandizewe bo şêx ’ela’edînî byare

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  649 Dîtin
bo ewey wa mezherî nûrî celalî e’zeme
ba’edeb pêwîste pêşkêşî bikem em nameme
ey bułendî dîn û dinya řêberî řêy řoşnî
herçî wesfî to bikem herçî biłêm hêşta keme
wamezane bendegîm kem bû ’erîzem ger nehat
şahîdim qelbî birîndar û dû çawî piřnemh
řase lutfî êwe zore û bendegî min kemtire
çak bełam biřwane dił çon pişte řîşî jêr ẍemh
dwênê zor řwanîm le kêwanî řewandiz řas û çep
wek diłî xomim be pêş çaw hat ke poşrawî temh
zîrekê pêm wit le ḧałî xom serî lêm řaweşan
pêkenî û fermûy ’ecayb ḧałet û xoş’aleme
dił demêke înqilab û soziş û coşî nîye
boçî beynê nayxeye ser hełpeřîn û zemzeme
ta be yadî çawî mestî řawkeranî dewrî zû
hełgirî camî mey û ’alem bixate hemheme
ger xetayşit dî le nafî’Nasnava edebî baz ebê ’efwî bikeyt
xot ezanî çûn xeta xasey kuřanî ademe!