dayk

(hêndêk le beytekan karîgerî şa’îrî fars îrec mîrza û şa’îrî ’eřeb eḧmed řesafî pêwe dyare)
Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 2 Xulek  788 Dîtin
erê ho dakî pakî şîrînim
ke’be û qîblegah û ayînim
nîye wêney to le komełî jin
xakî berpête cêgey sucdey min
da’îme nawî toye wêrdî min
çûn le to bû zibanî kurdî min
erkî no mangeket le pêş çawe
ke çilon zeḧmetî etom dawe
sikî xot kirde doşeke û kursî
bûme barêkî zeḧmet û qursî
paş ewey kewtime ’alemî řoşin
nesrewtî be řoj û be şew bo min
şewnxûnît beser mino kêşa
ser û mêşkit be waqewaq êşa
memkit na demim be diłsozî
şîrî pakî tom buwe řozî
layelayet ekird leser bêşkim
ḧefteyê da’enîştî bo kêşkim
ewdemey wa geyştime řojî ḧewt
zererî gwêzewaneket lêkewt
xwardin û xewtinit herasan bû
her leber min lelay to asan bû
çende hîşt hîşt û hełpeřî û bazî
pêt ekirdim ke min bim řazî
nawit ebirdim be mîrî salaran
to lenêw komełî leçkidaran
qinginşîn bûm û kewtime gawilkê
dest egirtim benawî hełpeřkê
wirdewrde qiset legeł min kird
takû eminit be giftugo hawird
bûme ferdêkî natiq û qisezan
çen edîbim be watûyte bezan
pê be pêy xot minit be ḧîle ebird
takû fêrbûm tewaw û xom pêmgirt
bûme lawêkî xawenî paye
her le sayey etowe ey daye
her be boney etowe bû jînim
herçîyek hem le towe eybînim
xoş û tałîm û dîn û dinya toy
ger bijîm û bibim betenya toy
çûn be enderzî to serim berzih
paş xwam ḧemdî tom lela ferze!