yadit bexêr

(le kerkûkewe bo cenabî ḧacî mistefay teymûrzade le seqiz)
Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  738 Dîtin
yadit bexêr ḧezretî teymûrzadekem
ay yadgarî aw û gił û xak û badekem
ey serbułendî zumrey erbabî me’rîfet
ey lawî wêne faqdî feřux nejadekem
bew xwaye yadî wa le diłî xwayya medam
zorit be sozî sîne bedił, zîkir û yad ekem
bo dûrî çen biraderî şîrîn û xak û to
ferhadwar dayme feryad û dad ekem
pêşkêş ke bendegîm be hemû nasyawî şar
beynêkî tir be êwe dił û dîde şad ekem
bem ḧałete şipirzewe ta hatuçûnî xwên
bo serbułendî mîlletî xom îctîhad ekem