yadî bexêr

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 2 Xulek  796 Dîtin
yadî bexêr zîlletî eḧwałim ey řefîq
seg way ewt be min biřo ey ḧîze dîqedîq
řoj takû şew le agirî xemda desûtyam
şew takû řoj le beḧrî xeyała ebûm ẍerîq
nasaẍ û bêdemaẍ xefetbar û bêqerar
çû ’umrî çakî min, be nexoşîn û cîqecîq
herwa le dax û derdî zemane û le ḧursî xom
zorim nemabû wek kewî ḧebsî bikem ficîq
zahîr lenêw řefîq û kesana kesîf û řût
batîn kesêkî kelleşeqî lotîy ’eşîq
’îşqim legeł şeřafet û kîbirim legeł nebûn
xismyane jêr felaqe û damyane ber şelîq
min fikirî atîyem pekî giştêkî xistibûm
berçawî xizmekanim ehatim bebê selîq
ew diłřeqane wextê eyandîm be ’aczî
dewryan edam û pê’ekenîn pêm tirîq tirîq
hîçyan nebûn be mełhem û gişt bûn be derd û ẍem
hîçyan nebûn be gułşen û gişt bûn be mencenîq
giştî lebîre wa leser em... řeçakeyan
ba bugzerê emîşe beher ḧał û her terîq
swêndim demêke xwarduwe aware bim le şar
îtir neřjême nêw sigî xom derd û dax û dîq
taze min û wiłat û meḧelley çinarsan
taze min û beheştê nebê lêy dilîq filîq
boye le xizim û dos nizîkim bedûr ebim
małî liliḧba’ib ahil û lasdîqErebî
gişt maç eken destim şukir azad û bêkesim
fî alḧal alamur min alẍilz û aldiqîqErebî
saqî z hist û nîst cihan hîç ẍim midarFarsî
dirde bya nirgis aw bade riḧqîqFarsî
mî mîxur û mixur ẍim û xuş baş û xuş nişînFarsî
zîra ke ẍîr bade kica himdim şifîqFarsî
min mam û tayfem hemû řoyîn be derdî silil
dey bêne ew meyey ke deka def’î sîl û dîq
tuxwa biłê be ḧezretî «mezher» be sozî dił
ey cêy umêd û tacî serim qîbley ḧeqîq
taze meḧałe danûman pêkewe kułêt
to ’almêkî şêx û em cahêlê fesîq
ax min eger kesêkim ebû bê be mezherim
wêne û nezîrî min ne’ebînra le hîç ferîq
min şa’rîm lela kerîye û neş’etî cinûn
eyna řifêqî min ne’ebûn nalî û ḧerîq
«nafî’»Nasnava edebî be kinc mîkde dard qirargahFarsî
kallîs fî alacim û kaltîr fî aliḧdîq!Erebî