sikała 1

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  759 Dîtin
řefîqan be xwa min meḧellî hîç gile nîm
leber xemê ke heme ehlî ’eqił û ḧewsełe nîm
leber nehatnî xizmet le min meken gileyî
řefîqî mame xeyałim wezîrî daxłe nîm
heway melayî û şêxî le kellema nîye hîç
xerîkî řêgey îrşad û basî sêlsêle nîm
xulê bo banewe hełdêm xulê ebim le mile
ḧezîn û ’aşiqî banew seferkerî mile nîm
be awî xuřxuře û nanî bane ’aşiq nîm
xelel zedey xem û derdim wegerne xulxule nîm
xeyał û meẍiz û tefekkur ke meẍzî şiłeqand
îtir xerîkî řefîq û kes û ḧele û cele nîm
îşareye qisem û řemz û kurdîye û kurte
le şahname û beyta emin bile û xile nîm
le ḧisse qisey min şerḧî ẍusse bû nafî’Nasnava edebî
hezar tane be hîç talêbî mu’amele nîm