tarîfî kiçe cûlekeyekî cwan û dewłemend ke şa’îr le cewanîda ḧezî lêkirduwe

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  776 Dîtin
kirdim hemû gişt meskenî kurdim be tewaw geşt
sabłaẍ û seqziman û sine û bane û serdeşt
têma nedî meḧbûbeyê wek to be cwanî
qet namewê cwantir bê le to ḧorîy ebheşt
wextê be ziřey zêř wekû xor xot enwênî
çen şêt be hera û şîn û şepoř dêne der û deşt
ta řojî qyamet be xwa nayeme serxo
wey lew eserî mestîye çawit be minî çeşt
tehdîdî ẍezay min bû ke kird têẍî birot řût
tecdîdî ’ezay min bû kewa çawî řeşt řeşt
demxiwênd ke be dił ’aşiqî to bûm minîş çî
mindałeyê hêşta şeş û ḧewt sałe newek heşt
şerte ke le dax cewr û cefay mîlletî mûsa
kurdim ebê her biçmewe ser dînî zerateşt
nafî’Nasnava edebî le ẍemî to bexwa beçke yehûdî
neymawe îtir arezûyî seyr û heway geşt!