meteł

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  1234 Dîtin
bo kesêkî wird û wirya û zîrek û saḧêb ’eqił
hełbihênê em su’alem, hem bida cwabî bedił
espî bê êsqan û řoḧim la heye, hem bê zuban
sûk û xêraye le řoyîn, meḧkem û gurc û řewan
espî min da’îm le ẍare, bakî hîlakî nîye
bê xew û xwardin, we bê deng, kaw û alîkî nîye
meyter û zîn û tewîle, ey bira lazim nîye
axuř û řeşme û liẍawî herweha pêwîst nîye
fiřke fiřk û řewtî tîjî her wekû berqî behar
nirxî herzan û betałan, qaym û daym bekar
min meteł zû hełdehênim, hem edem cwabit bedił
«espe asnîne»y bekurdî pêy ełên, ya «paskîl»