le qutabxane

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  981 Dîtin
wextî ders le mekteb
da’enîşim be’edeb
le dersa tê ekoşim
çaw le yarî epoşim
gwê le mamosta egirim
fa’îdey lê wer’egirim
dersekem řewan ekem
řencêkî tewaw edem
ta derbiçim le meydan
sibey řojî îmtiḧan
ewî zîrek û çake
le îmtiḧan bê bake
bełam ewî bê kare
hemîşe şermezare