cutêk kotir û boqêk

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  728 Dîtin
cutêk kotrî nêr û mê
egeřan le gwê çemê
boqêkî cwanî ser sewz
eyqîřan be dengî berz
kotrekan ḧezyan lê kird
têr û piř gwêyan şil kird
serî xoyan bo leqan
be bał çepłeyan teqan
boqeke ewey zanî
bûn behawdemî gyanî
zor xoşyan ebirde ser
xoşî bo kêye ta ser?!
řawker şwênî hełgirtin
cêgayan pê tał kirdin
efřîn, dûr ekewtinewe
naçar bûn bigwêznewe
boq ke bîstî, begryan
witî heryem legełtan
darê yekî serêkyan
boq xoy hełwasî bedan
beşeqey bałyan fiřîn
beser şara tê peřîn
bû behełła le şara
wityan çon boq bałdare
boq hat dem bikatewe
xerîk bû cwab batewe
demî berbowe le dar
seringirê bû kewte xwar
heprûn beheprûn bû mird
têr seyrî dinyay nekird
eme ḧîkayetêke
bo pend û ’îbretêke
ye’nî ebê her kesê
legeł wek xoya hełsê