beyanî

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  729 Dîtin
beyanîye, wa řoj hełat
şew piştî heł kird û hełat
çya û doł û deşt û der
bergî řûnakîy kirde ber
zemîn demî bepêkenîn
wek dulberêkî nazenîn
piř guł û piř le yasemîn
piř erxewan û nesterîn
peřinde wa bedarewe
beser liqî çinarewe
bebulbul û huzarewe
bedeşt û kohsarewe
meste xerîkî xwêndine
ełê: çi wextî nûstine
xerîkî yarî kirdine
heste dem û çawit bişo
kitêbit hełgire û biřo
bo mektebit xêra biço
le êstewe hewł biden
çawî le êweye weten