wesfî pîremegrun

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  619 Dîtin
sefaye bo diłî ẍembar û meḧzûn
şîfaye bo leşî nasaẍ û kem xûn
eka ’alem serapa mest û meftûn
nizarey şax û daxî pîremegrûn!
xuřey awî şebîhî ’ud û tare
hewakey sazgar û mişkibare!
dirext û dar û berdî her xumare,
beheştî mewqî’î qumrî û huzare
’îlac û mełheme bo derdî însan,
delîlî qudrete bo zatî yezdan!
nîşane û heykelî bo fexrî kurdan,
fîdakarî xakî pakit kêwî lubnan!