derdî derûn

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 3 Xulek  1238 Dîtin
bêkes:
demêke, yaran, mat û xamoşim
wêney tilyakkêş mest û bê hoşim
xom le tenqîdat dûr xistotewe
hewałî dinyam lebîr çotewe
nazanim dinya řoje ya şewe
hemû karêkim xwardin û xewe
le deng û basî xełkî bê xeber
wek ḧeywan ejîm, dûrim le beşer
xerîkî çî bim ẍeyrez xwardinewe
basî qumar û pare birdinewe
ḧeqme, lêm geřê te’nem lê mede
ḧeqêkî ewto le seda sede
mirdim ewende hewł û çenem da
herçêkim nûsî giştî çû beba
qewmê ke da’îm her hewł biden
bo ewey yektir be’erza biden
baye lelayan mîllet û weten
hîwa emênê ewey deng biken
ẍeyrez nîfaq û bê îtîfaqî
fesad û fîtne û řêy bê exlaqî
çîtir ezanîn? wazim lê bêne
perdey esrarim zor pê medřêne
qisem zor mawe řeqe wek berde
kake lêm geřê, berokim berde...
pyawêkî tir:
bêkesNasnava edebî min nem wit to wa westa bît
le basî xełqa ta xot westa bît
negbet damirkê, çîte le mîllet
seyrî xot ekey çon bûy be’îbret
řefîqit hemû saḧêb me’aşin
xawenî pare û wezîfey başin
meřwane ewey fiłan casûse
xa’în û ’adî zor bê namûse
emet pê ełêm, etoş bînûse
îman û dîn û şeref filûse!
’alem xerîkî řutbe û pareye
her to betenya cergit pareye
ewende qiset kird nanî xot biřî
małit wêran bê çend axir şeřî
kê gwê edate şî’ir û nesîḧet?
kê pesend eka qisey beqîmet?
emřo zemanî řupye û aneye
emane qisey minałaneye
kwa pyawî diłsoz, kwa weten perwer?
kwa xawen ẍîret, kwanê munewwer.
besye, qisey xot bo xesar ekey?
’alemê le xot boç bêzar ekey?
danîşe, îtir çît le kurd dawe?
boç xot exeyte em gêj û dawe?
sed sał leseryek to îrşad bikey
xełk wa ezanê zuřna lê edey
min bakim nîye, her leber tome
qiset kar naka, berdî bin gome
bêkes:
bełê fermûdey to leser çawim
řaste boye min sûk û bednawim
da’îm derbeder wa nan biřawim
çî bikem, biłêm çî, weha xułqawim
heta bimênim qisey ḧeq ekem
cwên be’însanî xa’în her edem
gerçî řast witin şeqî le dwaye
xoşe lelay min, weku ḧełwaye
ewey benaḧeq şitê binûsê
pencey hełwerê û çawî binûsê
meqsedim tenya neşrî exlaqe
biřînî řegî fîtne û nîfaqe
exlaq řehberî řêy pêşkewtine
peyjey tereqqî û zû serkewtine
delîlî řêgey fewz û necate
sermayey fexir û bûnî ḧeyate
qewmî bê exlaq pest û zelîle
her beşî şeqe û serkiz û dîle
eme pendêke bo çakîy êwe
namewê hîçim dest kewê lêwe