şînî miḧemed emîn zekî beg

le kobûnewey mêjûnûsî kurd «miḧemed emîn zekî beg»da xwêndûyetyewe
Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 2 Xulek  755 Dîtin
beşî kurd ebê derd û xefet bê
řojî betîrê cergî let let bê
asmanî bextî lêł û tarîk bê
estêrey kiz û řû le meynet bê
***
qet nebû řojê gerdişî dewran
çerxî hełsûřê bekeyfî kurdan
naşukirî nebê xoşî le ême
dûre beẍeyrî şîwen û giryan
***
bełê zemaney çerxî keç řeftar
wa lêman bote dujminî xwênxiwar
daym xerîke û bo hel egeřê
zyanê bida le kurdî hejar
***
wird serinc eda kê beqîmete
kê nextê xawen hewł û hîmmete
gurc eyfiřênê û lenawî eba
seyrî ke çende çewt û negbete
***
cenabî «emîn zekî beg»Nava taybet kewa
pyawê bû bo kurd gewre û pêşewa
daxî becergim zû le desman çû
nazanim biłêm çî le heq ewa?
***
pyawê bû heta biłên munewwer
xawenî ’îlim û exlaq û huner
’umrî xoy dana le řêy xizmeta
pêwîste qedrî bigrîne ser ser
***
pyawêk bû bo kurd te’rîxî nûsî
lay neda le řê: mewqî’ û kursî
zor fîdakar û mîllet perist bû
hewałî qewmî bedił epirsî
***
pyawêkî zana û hêmin û bebîr
řewştî berz û beřa û tedbîr
awate xwazî berzîy weten bû
piştîwanê bû bo lat û feqîr
***
pyawê bû nema, zor tewaw pyaw bû
xawen kirdar û mewqî’ û naw bû
pyawî wa namrê, dyare emênê
lenaw ’alema berz û nasraw bû
***
ey xak dexîltim qedrî bizane
azarî nedeyt lelat mîwane
te’rîxî koçî «emîn zekî beg»Nava taybet
«mîllet meḧzûne, zor perêşane»