şêxekan

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  826 Dîtin
şêx ke def lê den wekû «......» le zîkira hełpeřê
ḧeqyetî derwêşî miskîn na ’îlacî ger hełtiřê
şêx leber çawî mirîda xoy becîbrîl da’enê
«baltibi’» her şexsî cahîl zû be zû boy dête řê
şêx leber te’mînî qûtî řêy ḧeqîqet la eda
............... dinyay çi base, yaxo dînî wergirê
key xuda fermûy ke wek ga bořeboř dest pê bikey
wirgî xot řût key beşmişêr lêy bidey ta hełdiřê
sed esef bo dînî îslam çend perêşan bû le des
şêx û derwêş û melay... xwaye emsalyan biřê