awatî dił
Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
2 Xulek
1484 Dîtin
dił ke zor mesrûre emřo, arezûy îzhar eka
ḧez le fincanî şerabî dest û pencey yar eka
dił geşe, wek guł wehaye, derd û azarî nema
talîbî wêskî û şerabe, ḧez le ’ûd û tar eka
dił necatî bû le tengî kewte bezim û řezmewe
’aşiqî seyr û sefaye, meylî naw gułzar eka
dił ewende mest û keyle, şête hîç hoşî nîye
wa le řeqsaye xerîke ’alemê bêzar eka
dił beneş’e û bezmî mîllîyyet şukir bûjayewe
şayîye, seyrane, bezme, piř bedem hawar eka
dił be’awatî geyşit û lawî kurdî dî kewa
yek dił û yek dem xerîke mîlletî hoşyar eka
dił le kîne xałîye, bê gerde, safe wek bilûr
sed tif û le’net le çarey xa’înî segsar eka
dił ełê bêkesNasnava edebî hetakey lafî mîllîyyet be dem
hewł û têkoşîne tenha qewmî kurd řizgar eka
ger beřastî bêne pêşê, des le dest yek ken hemû
kêye ewsaye ḧuqûqî qewmî kurd înkar eka?!
yektirîtan xoş bwê ta negbetî bertan bida
dû diłî em qewme dîl û sûk û bed řeftar eka...