xud pesnidan

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  806 Dîtin
ew kesaney êsteke de’wayî mîllîyyet eken
nawî xoyan nawe ’alim, xadîmî mułk û weten
eçne çaxane bekomeł ling leser ling da’enên
fîk û hûř des pê eken, hem zułf û perçem da’exen
seyrî demyan key lewêda çon begû dête qise
wa dezanin heryekey «darwên»e fikirî le fen
ẍeyrî fîşał û diro lefzî piř û pûç û betał
hîçî tir nazanin esłen, laf û de’yeş lê eden