darî azadî

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 2 Xulek  1995 Dîtin
darî azadî bexwên aw nedrê qet ber nagrê
serbexoyî bê fîdakarî ebed sernagrê
pyaw ebê bo sendinî heqî le mirdin sił neka
her «biřûxê» bes nîye, taku nesendirê nadrê
kurd eger çî muddetêke dîl û damawe, bełam
baweřit bê řoḧî mîllî her emênê namrê
to eger îslaḧî qewm û nîştimanî xot ewê
lêt muḧeqqeq bê bebê şořş meḧałe nakirê
bîrî azadî cîhanî girtewe, tuxwa bese
em nîzame kone takey? hîmmetê ken labrê
qet mełên dujmin behêze top û teyyarey heye
îtfaqtan ger hebê zor zeḧmete xoy řagrê
em ’êraqe xoşewîste xakî guł gûn bû bexwên
ta ḧeqî desgîr nebê lew xwêne dest hełnagrê
nêr û mê herdû becûte bo weten hewłê neden
dûre derçûnî le dîlî, mel be bałê nafřê
hewłî řastî herdû la amancî mîllet ser exa
çunke me’lûme beyek dest çepłe qet lê nadrê
wa giłołey kewte lêjî bawî îsti’mar nema
hîç kesê îtir bezuřna û tepłî ew hełnapeřê
dostîy kurd û ’ereb zor kone te’rîx şahîde
naḧezî řûřeş le daxa ba yexey xoy dadřê