giryanî řunû

bo şehîdanî kurdî turkya
Li pirtûka:
Bargey Yaran
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 1 Xulek  1056 Dîtin
ey daykî şehîdî kurdî
to weku çyay agirî
leber tewjim û ba û tofan
sext û řeq û pêdagrî
le ast em dax û derdane
behîmmet û xořagrî
serit sipî û befrawîye
derûnit kiłî agirî
kê deka men’î giryanit
bo řunûy kwêstan nagrî?