wefdî kurdistan
Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
2 Xulek
2538 Dîtin
qedrî mîllettan becarê şikan
ne ḧeyatan ma ne naw û nîşan
barî te’netan wa hate ser şan
«wefdî kurdistan, mîllet firoşan
herze wekîlî şarî xamoşan»
***
ḧacî tûtneket madem firoşra
qîrusya le sed kuştin û hera
dexîle heste řêkewe xêra
«deskê lew gułey baẍekey sera
kewa be xwênî lawan awdira»
***
taqmê řêk xen zor be piř laqî
be bezim û řezim û aheng û saqî
bo ewey biken def’î meraqî
«bîbene berdem ’erşî ’êraqî
biłên yar baqî û, hem suḧbetî baqî»
***
ne barantan dî, ne ba ey feqîr
ne lawan kujran be gulle û şestîr
ne pêy nazdaran xiraye zincîr
«perde û taray sûr berin bo emîr
biłên dway kuştar hêşta toy diłgîr»
***
hawar be małim çîman pê kira
le çarekêka sedman lê xira
hêşta xełatyan eken be bera
«dek xecałet bin le řojî meḧşera
êmeyş xakî ẍem ekeyn besera»
***
qet wa tê negen çawman şikawe
kuştin û biřîn da’îm bo pyawe
lenaw doşeka key ḧeq senrawe?
«xeyałtan xawe kurd nefewtawe
beratî necat be xwên nûsrawe»
***
mîllet metîne ’ezmî nanewê
le ẍayey berzî xoy her nakewê
let û pet kirê ḧiqûqî ewê
«min řengî sûrim boye xoş ewê
mijdey şefeqî lê der’ekewê»