goranîyekî řengawřeng

Li pirtûka:
Řengaɫe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  644 Dîtin
minałîne!
şewêk gwêm lê bû be çirpe,
befir
be tirîfey ewt:
gyane çiray
çawekanit
zyatir hełke!
ger to nebî
hewr emhênête giryan
hewr derke
kirasî pûlekey kilûy min leber ke
ba estêrey nîgakanî «xatû zîn»y
ber pencere
lêm zîz nebê
xewî řengawřeng le baxî
xeyałekey «kake mem»da
be henasey
hełwerînî
payîz nebê!
***
minałîne!
beyanîyek bînîm gułê
qijî leber
awêney wirdeşepolî
cogeyekda da’ehênê
gwêm girt ełê:
awî jînim!
gonem ał ke
gerdinim piř
xetuxał ke
gełay pirçim bihonewe
ezanî bo?
ta peřem şewq batewe.
ba pepûley yar netorê û
be nakamî biřwatewe!
ger to nebî
diřk zorim bo ehênê
be pencey řiq
emwerênê!
***
minałîne!
nîweřoyek serincim da
wa kêłgeyek
be dengî berz «tow» bang eka
ełê were û lenaw diłî
şeqar şeqarma sewz be
ełê were û le birînma serderbêne
bełam her be mercê dwayî
le baweşta
kameranîm
bo bihêne!
* * *
minałîne! êware bû,
befir û tirîfe pêkewe
geyştine lam
êware bû
guł û şepol û pepûle
tow û kêłge
hatne qise
wityan ême wa dûbedû
kewtîne řû
to ełêy çî?!
witim: bo ewey ke befir
cwantir bê lewey ke heye
tirîfe zor diłgîrtir bê
pepûle zor êskisûktir
towî kêłge
zyad bepîttir
bo ewey min
yeke
yeke
zyatir, zyatir
zortir, zortir
xoşim bwên û le jûrî şî’rekanma
bitankem be mîwanî xom
bitandem le berokî wişey nazdarî
jyanî xom
be êcgarî
pesenditan kem
her katê bê
mindałanî em dinyaye û
mindałanî wiłatekem
hergîz çawyan
le şeqey bałî kotrekey
aştî nebřê,
serbest bin û
pêkenînyan dirextê bê
hêşûy çawî bê giryan û
mîwey řezî xozge bigrê.
minałîne!
neken biřon!
legełma bin
her katê êwe dên bo lam
minîş şî’rî
řengawřengî
wekû xewî
êwem bo dê!.